In Kurdish – Bi kurdî – Kurmancî

Agahiyên li ser lêgerînê li Finlandiya bi kurdî

Li vir hûn dikarin pirs û bersivên pir caran di derbarê lêgerîna li Fînlandiyayê de têne pirsîn bibînin.

Ez çawa dikarim tev li koma Guiding and Scouting (Rênîşandan û Pêşengî) li Fenlandê bibim?

Tu dikarî bi riya têkiliya digel navçeya Guide and Scout’ê (kesên rênîşander û Pêşeng) ya xwecihî tev li vê komê bibî. Tu dikarî li vir nexşeya navçeyê bibînî.

Eger ez bi zimanê fenlandî neaxivim, gelo ez ê bikarim bibim endam?

Pirraniya çalakiyên Guiding and Scouting’ê di dema niha da bi zimanên fenlandî û swêdî tên lidarxistin

Lê komên xwecihî ji bo kesên mezin û nûciwan ku bi zimanê inglîsî an zimanên din diaxivin jî tên raberkirin. Hêzên xwecihî ciyawaz digel hevdu ne, lê bi pirs û lêgerînê tu dikarî cîgeha xwe ya guncan peyda bikî! Bijardeyeke hezkirî ji bo kesên mezin ev e ku wek rêberê komê hevrê digel rêberekî din ku bi zimanê fenlandî diaxive, tevbigerin. Nêrîna erênî û meyl û daxwaz, ji bo bikranîna amûrên wergerê alîkar e!

Eger zarokên min bi zimanê fenlandî neaxivin, gelo ew ê bikarin bibin endam?

Belê, renge ew bikarin! ‘Guiding and Scouting’ riyeke gelekî baş ji bo zarokan e ku zimên fêr bibin û di halekî da ku mijûl dibin, digel çanda xwecihî ya nû jî nasyar bibin! Teqez hebûna vîn û daxwazê ji bo hînbûnê alîkar e! Her çend ku ev mijar ciyawaz e û girêdayî bi desteya xwecihî û pisportiyên zimanî yên koma xwebexş e. Em nikarin soz bidin ku çalakî bi zimanê(n) biyanî tên raberkirin, lê hertim bi vê yekê hêja ye ku di vî warî da bipirsî!

Gelo ez dikarim bêyî berçavgirtina mezheba xwe bibim endam?

Belê, tu dikarî! Her kesek dikare bêyî berçavgirtina raboriya xwe ya etnîkî an çandî, ziman, mezheb an bawerî, şiyanên bedenî, pênaseya zayendî, xwediyarkirina (representation) zayendî an nêrîna zayendî (sexual orientation) ya xwe tev li vê komê bibe.

Tevgera ‘Guiding and Scouting’ê serbixwe ye, ji hêla mezhebî û partî-siyasî va yekgirtî nîne û bê-berjewendî (non-profit) ye. Her yek ji endaman dikarin li ser mezheb û baweriya xwe bin.

Ji kerema xwe baldar be ku hêzên cûr bi cûr ên xwecihî xwedan saziyên piştgir ên ciyawaz û deb û resmên cûr bi cûr in. Gelek ji hêzên xwecihî di bin sîvana piştgiriya ‘Evangelical Lutheran’ê Church (Kilîseya Incîlî ya Lûterî) da ne. Ev mijar bi giştî di çalakiyan da nayê dîtin, lê cihê civînan dibe ku ji aliyê Civata Kilîseyê va were dabînkirin. Eger tu piştrast nînî, hertim tu dikarî derbarê vê mijarê tev rêberê koma xwe ya xwecihî biaxivî.

Mesrefa wê çiqas e? Gelo ev mijûlatî ji hêla aborî va guncan e?

Guiding and Scouting’a li Fenlandê dikare wek mijûlatiyeke bi mesrefa guncan were zanîn. Mesrefa endamtiya salane derdora 100 Euro ye. Ev pere pêkhatî ji heqê endamtiya Guides and Scouts’ê ya Fenlandê û navçeya Pêşengan (Scout District) e. Hin komên xwecihî renge mesrefa endamtiya ciyawaz werbigirin.

Mesrefa zêdebarî ya guncan ji bo kamp/gerr/peyaçûnan. Ji bo dabînkirina mesrefa xwarekê hatiye berçavgirtin. Girêdayî bi komên xwecihî ye.

Gelo ez dikarim bibim xwebexş (volunteer)?

Belê, tu dikarî! ‘Guides and Scouts’ pêşwazî li xwebexşê nû ji bo alîkariya bo çalakiyên me dike. Tu dikarî ji bo haydarbûn ji cûreyên derfetên xwebexş ên navçeya xwe digel navçeya xwecihî ya xwe bikevî têkiliyê. Xwebexşên ‘Guides and Scouts’ê dikarin wek mînak rêberê komê, rêkxerê rûdanan an aşpêjê ger û seyranan bin. Te hewcetî bi pisportiyeke taybet tuneye, vîn û daxwaza ji bo hevkariya tev kesên din û hînbûna bi riya tevgeriyan û pratîkê, girîngtir e. Tu dikarî li vi nexşeya navçeyê bibînî.

Kesên mezin ku wek xwebexş ji bo mijûlatiya zarok û nûciwanan dixebitin, wek endamên ‘Guides and Scouts’a Fenlandê tên hesab. Tevahiya endaman heqê endamtiya xwe didin. Di berdêlê da, tu van babetan bi dest tînî:

sopînerî (adventures), derfetên hînbûnê, kurs û piştevaniya ji hevtemenên xwe, civakeke ji kesên hevnêrîn.

Çi tişt pêwîst in?

Kincên forma Pêşengan pêkhatî ji destmala gerdenê (neckerchief) û kirasê Pêşengan pêwîst e. Hewce nake ku ji pêş va wan bikirrî. Desteyên xwecihî agahiyên têkildarî şêwaza wergirtina wan piştî tevlîbûnê dê bidin ber destê te.

Pêdiviyên lidarxistina kampê. Hin alavên seretayî ji bo geşt û gerrên atmosfera vekirî da hewce ne. Ji kerema xwe baldar be ku tu dikarî wan bi deyn bisîtînî, kirê bikî an bi awayê destê duyem anku nîmdar (pêştir-bikarhatî) bikirrî!

Alavên normal ên hewce ji bo gerrên atmosfera vekirî:

  • Tûrikeke Piştê (backpack)
  • Kîseyeke razanê (sleeping bag)
  • Dûşekeke Kampîngê (headlamp/torch)
  • Çirayeke Enî (headlamp/torch)
  • Kompas (compass)
  • Pêlavên qahêm û dije-av
  • Kincên dije-av

Gelo ez/zarokê min divê em ji pêş va xwedan pisportiyeke taybet bin?

Te an zarokê te, we beriya tevlîbûna nav koma Guides and Scouts’ê ya Fenlandê hewcetî bi pisportî an zanista seretayî tuneye. Tenha tiştê ku hewce ye pirsokîbûn û meyl û daxwaza bo hînbûn û sazgarbûnê ye. Tevlîbûna li koma ‘Guides and Scouts’ê ya Fenlandê riyeke pirr baş ji bo berfirehkirina pisportiyên xwe, hînkirina kesên din û bûyîn wek beşeka civakê ye. Her tiştê ku divê bizanî, qonax bi qonax dê fêrî te were kirin.

Zêdetir agahdarî bi Englishngilîzî an bi Fînî: Petra Valkonen petra.valkonen(a)partio.fi

Wêne: Veera Melvasalo